Li şaristana konan a Atmeya ya di sînûrê Tirkiyê di dema guherîna nobetê ya Artêşa Sûriyeya Azad de êrîşa bombeyî hat lidarxistin. Hat ragihandin ku di encama teqînê de 30 kes mirine.
Gor agahiyên hatine bidestxistin li şaristana konan a Atmeya Sûrî êrîş hat lidarxistin. Teqîn di dema guherîna nobetê ya Artêşa Sûriyeya Azad de pêk hat. Di encama teqînê de 30 kes jiyana xwe ji dest dan.
Hat ragihandin ku êrîşker bembeya li ser xwe teqandiye. Endîşe tê kirin ku dê jimara miriyan zêde bibe. (ÎLKHA)