Li Şemrexa Mêrdînê qeza: Mirîyek, 2 birîndar

Li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê di encama qezayaku qamyonek li tirekş xist de kesekî canê xwe ji dest da, 2 kesan jî birîndar bûn.

Qeza di derdora seat 08.30an de li bejahiya Gundê Avgewra navçeya Şemrexê pêk hat.

Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin qamyona bi plaqeya 34 FK 2465 ji ber sedemeke ku nayê zanîn li tira bi plaqeya 47 KG 276 a li pêş bû qelibî.

Ajokarê bi navê Sezaî Guden (35) ku di qemyonê de bû canê xwe ji dest da, M.K. (18) û A.K. (18) birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristiyê û îtfaîyeyê hatin sewqkirin. Ekîban cenazeyê Gudenê ku di qezayê de di wesayîtê de asê mabû rakirin morga Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehiyê ya Mêrdînê.

Dermankirina birîndaran li Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehiyê ya Mêrdînê didome.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno