Li Semsûrê avahîyên ku nehatine xerakirin ji sedî 45 hêj disekinin

Li Semsûra ku ji erdheja Mereşê tesîrdar bû gelek avahî giran xesarê dîtibûn, ji wan avahîyan ji sedî 55ê wan hatin xerakirin. Xerakirina yên dinê jî hêj berdewam dike.

Di 6ê Sibatê de navend Mereşê di mezinahîya 7,7 û 7,6an de du erdhejên mezin pêk hatibûn, Semsûr jî ji wan bajarên ku tesîrdar bûbû yek e û li bajêr 20 hezar û 200 avahî zerarê dîtibûn, ji wan jî xerakirina 11 hezaran hatin temamkirin.

Walîyê Semsûrê Osman Varol derheqê meseleyê de axivî û weha got:

“Em di avahîyên zêde qatî de di warê xerakirinê de gihaştine dawîyê, xebatên ku piranîya wan li avahîyên kêm qatî tênê kirin li taxên bajarê me berdewam dike. Heta niha me xerakirina 11 hezar avahîyên giran xesaran temam kir. Di alîyê pileyê de jî ji me re nîşan dide ku ji sedî 55 hatîye xerakirin. Yanê me di bajara xwe de avahîyên giran xesar ji sedî 55ê wan xerakirîye. Ger ku em avahîyên ku bi lez bên xerakirin û ên ku niha jî tênê xerakirin bidin ber çavên xwe li bajara me enqaza ku bê rakirin û avahîyên ku bên xerakirin di pileya sedî 69 de ye. Xebatên me bi leza xwe berdewam dike.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê mijeke gurr bandor kir
HUDA PARê li Afyonkarahîsarê bi beşdarbûna Serokê Giştî Yapicioglu kampa nirxandina dawiya salê li dar xist
Li navçeya me ya Çinarê qezayeke trafîkê ya bi ziyana maddî çêbû
Balafira biçûk li Fransayê ket: 4 kes mirin
Ger hûn her tiştî li ser maddeyê ava bikin, nifşê din jî ew ê bibe tiryakê maddeyê