Li ser dagirkirina Iraqê ya ku ABDyê pêk anî 13 sal derbas bû

Şam - Dagirkirina Iraqê ya ku 13 sal berê ji teref ABDê ve pêk hatibû bûbû sedema mirina ji milyonekê zêdetir însanan.

Ev dagirkirina ku 13 sal berê ji teref ABDê ve li Iraqê pêk hat bû sedema mirina gelek însanan û her wiha çendîn hezar însan jî ji war û welatên xwe koç kirin.

13 sal berê wek îro (20ê Adara 2003an) ji teref ABDê ve di erdnîgara Îslamê de birênên gelek kûr hatin vekirin ku ev birîn hêj jî baş nebûne.

ABD, li welatên Îslamê bi hinceta ku Iraq xwediyê çekên îmhayê ye û ev çek di serî de welatên koalîsyonê û gelek welatên din tehdît dike dest bi daberizînê kir.

Ev îşqalkirina ku wek Cenga Kendavê ya 2 yemîn (Herba Korfezê ya 2 yemîn) jî tê zanîn rastî projeya yekem a ku dînamîtkirina umeta Îslamê bû. Dagirkirna Iraqê dê mislimanan ji aliyê madî û menewî ve qels û dûvre perçe bikira. Armanc ev proje bû.

Ji bo ku li her derê hişmendiya demokrasiyê belav bûbûya pêwîst bû ku meqama Seddamî ser û bîn bûbûya. Lê di serî de ABD, Rojava çendîn sal Seddamê xwedî kir û dûvre Seddamî li ser Îranê dan êrîşkirin. Ev ceng 8 sal domî û di encama vê cengê de bi 100 hezaran kes jiyana xwe ji dest dan. Her wiha dîsa di serî de ABD, Rojava ji aliyê lojîstîka qetlîamên kîmyayî ve Seddam têr kirin. Di gel vê yekê ABD û Rojava li nav çavên raya giştî mêze kirin û derewên xwe domandin û projeyên xwe yên li ser welatên Îslamê pêk anîn.

Serokê ABDê Barack Obama di dîroka 1ê Cotmeha 2011an de  daxuyanî da. Obama di daxuyaniyê de diyar kiribû ku dê ABD leşkerên xwe heta 31ê Berfanbara 2011an ji Iraqê vekêşe. Her wiha di 15ê Berfanbara 2011an de piştî ku ala ABDê ya ku li Bexdayê hatibû lidarxistin derewa ‘dawî li cengê hatiye’ hatibû kirin.

Hêj jî ABD li Iraqê xwediyê gelek baregehan e û li paş gelek pirsgirêk hêşt. Bi vê yekê re Iraq sefîl û belengaz bû. Piştî dagirkirinê ABD wek zêliyê niftên Iraqê mijiya. Ji aliyekê din ve ABD, şerên mezhebî xwedî kir û li her derê Îraqê belav kir. Ew jehra ku wê çaxê ji teref ABDê ve li herêm hat enjekte kirin îro li her derê herêmê belav bûye. Piştî Îşqalkirinê hêj jî Iraq nehatiye hemdê xwe.

Dema ku dawî li cengê hat li Iraqê çekên kîmyayî nehatibû bidestxistin. Lê armanc pêk hatibû. Kesên ku hewl didan bibin pêşengê cîhanê dest bi zorî û zordestiyê kiribûn. Ev yek jî bûbû sedema axîn û nalîna bi hezaran mislimanan. ABDya ku bû sedema vê janê xwîna mislimanan rijand, dest dirêjê ar û namûsa pîrerkan kir derên wek navenda şikenceyan a Ebu Xureybê dilê umeta Îslamê perçe perçe kiribû.

Serokê wê dewrê ya ABDê George W. Bush bi gotina ‘Xweda ji bo ku ez bi destê xwe Seddam ser û bin bikim û Iraqê ji bin zordestiyê xelas bikin îlham da min’ xwe ver ser da çû û wek bavê xwe Bush xwîna Mislimanan rijand.

Ev dagirkirina Iraqê ya armanca wê ew bû ku mislimanan dîzayn bikin di 20ê Adara 2003an de ji teref leşkerên 35 welatan ve û bi piştgiriya 15 welatan hatibû destpêkirin.

ABD, ji bo Herba Iraqê 300 hezar leşker seferber kiribû û Îngilistan jî bi 47 leşkeran piştgirî dabû vê yekê. Her wiha Erebistana Siûdê jî qad û baregehên êrîşî yên hewayî ji balafiran re vekir, Tirkîye jî qada hewayê ji teref ABDê ve dabû emilandin. Welatên Kuveyt, Bahreyn, Katar, Umman jî baregehên xwe yên leşkerî ji ABDê re vekiribûn. (ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye