“Li ser dînê mubîn lîstik tê lîstin”

Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soyluyê ku li Qosera Mêrdînê tevlî beranameyekê bû destnîşan kir li ser dînê mubîn lîstik tê lîstin.

Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu ji bo ziyeratinan hat Mêrdînê. Soylu ji teref walî, parlementerên AK Partî, qeymeqamên navçeyan, muxtar û serokên sazîyên siwîl ve hat pêşîwazkirin. Suleyman Soylu  piştî ziyaretên ku kir re li Qosera Mêrdînê li Navenda Dan û Standinê ya Taybet  bi muxtar, endamên sazîyên siwîl û welatiyan re hat bal hev.

 “Ev leystika mezin li ser erdnigariyê, li ser medeniyetê û li ser dînê mubîn tê leystin”

Soylu di civîna ku bi muxtar, endamên sazîyên siwîl û welatiyan re li dar xist de destnîşan kir ev bi sedan sal e ku hewil didin ummetê berdin hev û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “  Kesên dîndar hatin vederkirin. Ev memleket wan rojên ku lê azana şerîf û Qur’ana mubîn qedexe bû jiya. Ew darbeya 60î yê ku ji teref wan kesên dixwastin milletê perçe perçe bikin ve hat kirin  ji bo yekîtî û digelheviya milletê ji rastê bê rakirin hat kirin. Ev  leystika mezin li ser erdnigariyê, li ser medeniyetê û li ser dînê mubîn tê leystin. Li ser rûyên van axan kîjan hêmana ku milletê ba hev bigre hebe li ser wan heman û nirxan leytik tê leystin.”(ÎLKHA)










 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe