Doh êvarê li nêzî gundê Kelozî yê li ser rêya bejahî ya Kerkûk-Hewlêrê, qezayek qewimî û çar wesayît li hev qelibîn. Di encama qezaya ku ji ber lêdana barhilgirekê li sê wesayîtan xist de, li gorî diyarîyên ewil 6 kesan canê xwe ji dest dane û 4 kes jî bi giranî birîndar bûne.
Piştî xeberdayînê ji herêmê re ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin û mirovên birîndar ji bo tedawîyê ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)