Li Ser Rêya Qers Û Wanê Qeza

Qamyona ku ji Qersê boraq dibirin Wanê, gindirî şerampolê. Di qezayê de şofêr birîndar bû, 100 mêşin jî telef bûn.

Qamyona ku ji Qersê boraq dibirin Wanê qeza kir.

Qeza li ser rêya Qers û Wanê ya ku hê xebata wê dewam dikir de qewimî.

Piştî qezayê li ser îxbara wesaîtên ku di wir re derbas dibûn, ambolans û tîmên tefandinê sewqî devera hedîseyê bûn.

Şofêrê ku di qamyonê de asê mabû, bi alîkarîya tîmên AFADê û tefandinê hat xelaskirin û bi ambolansê ew sewqî nexweşxaneyê kirin.

Di qezayê de ji 250 mêşinî 100 heb telef bûn. 150 mêşinên din ji teref xwedîyê wan ve ewilî hatin derxistin ‘erazîyê û paşê neqlî wesaîteke din kirin.

Ekîbên trafîk û cendermeyê li ser rê, ji bo ewlehîyê destûr dan ku wesaît bi qontrol derbas bin.

cinarinsesi.com

xeberên kurdi

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar