Salvegera şehadeta birayê ‘ezîz ‘Ubeydullahê Gewerî ye. Ev helbest dema min şehadeta birayê ‘ezîz sehkir ji dil herikî.
Şehadet e Şehadet
Şehadet e mekteba herî rind û mu’teber
Feqiyê vê mektebê daîm bûne muzaffer
Şehadet e roniya zilûmata li her derî
Meşreba Huseyna her şehadet e şehadet
Bira ‘Ûbeydullah jî feqiyê vê mektebê
Xwedî hîmmet û ğeyûr ew tîmsala edebê
Mucadelek pir bi hêz da ji bo Îslamyetê
Ajot ewî jî rêça şehadet e şehadet
Ew bû zahidê Gever, rengîne wek gulê zer
Li erda Kurdistanê bihn da wek misk û mawer
Rabû bi îxlas û ‘eşq, heta sazkir bi huner
Li Geverê mekteba şehadet e şehadet
Ewî hînkir feqiyê mekteba şehadetê
Cehd û sebat û ğeyret, mêrxasî û ‘izzetê
Xweste bike xwîna xwe xercek ji bo milletê
Da ku ew jî nasbikin şehadet e şehadet
Ebû Zerr û ‘Emmar e hogirê musteze’fa
Bi evînê wî danî dara her heq û mafa
Azadiya heqîqî nişanda wî bi wefa
Bi xwîna evîndaran şehadet e şehadet
Tu gihayî meqsedê birayê dostê merda
‘Alemê tevî naskir xayin û hem bêbexta
Xwedyê mafê milletê daîma Hîzba Xweda
De’w û şopa girtine şehadet e şehadet
Ma qê ewê heyfa te bimîne ğem nexwe qed
Ewê hilne bi heybet Hîzba Xwedayê ehed
Bi ‘îlm û xebatê hem hîdayeta xort û ged
Datînin gulên ku reng şehadet e şehadet
Muhammed Sebatî
BANGAHEQ