Li Serê Kaniyê Şerên Şedîd Diqewimin

Li Serê Kaniyê Şerên Şedîd Diqewimin

 Li hêla Sûriyê, nêzî navçeya Ceylanpinarê li bajarê Hasekî li navçeya Serê Kaniyê, di navbera muxalîf û hêzên ordiya Esed de şerê şedîd diqewimin. Ji ber pevçûnan li Ceylanpinarê mekteb hatin tatîl kirin.

Hat gotin ku muxalîf û hêzên Esed dixwazin deriyê sînor bidest bixin.  Lewra deriyê sînor, ji bo amancên eskerî tê bikar anîn. Dengê teqînan û sîlehên şer, ji navçeya Ceylanpinarê ve jî tê bihîstin.

Hat gotin ku hinek eskerên birîndar yên muxalîf û ordiya Esed, sînor derbas kirine û li Ceylanpinarê hatine rakirinî nexweşxana dewletê. Hinek ji wan yên rewşa wan giran şandin nexweşxanên Rûhayê.

Ji ber şer û teqînan, li Ceylanpinarê tevdîrên ewlehiyê hatin girtin û mekteb rojekê hatin tatîl kirin. Ji însanan hat xwestin ku ji ber sînorê dûr bibin.

Li aliyê din hat gotin ku ji ber gulle û fîşengên şervanan, li navçeya Ceylanpinarê du welatî brîndar bûn. Ji wan rewşa yekî giran e. Li ser birîndariya her dû kesan xelkê qezê, li ber nexweşxanê civiyan, hêzên emniyetê wan aş û sekan kir. www.bangaheq.net

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin