Li Sêrtê du erebe li hev qelibîn: 4 birîndar

Di encama li hevqelibîna du erebeyan ya li navçeya Misirca Sêrtê de 4 kes birîndar bûn.

Qeza, li çarrêya têketina petrola Misircê di seat 15.40an de pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin erebeya bi plaqeya 56 AAG 314 di paş de li erebeyeke ku plaqeya wê nehatîye bidestxistin qelibî, di encama lê xistina erebeyê de Agît Tetîk (61), Halît Tetîk (63), Umran Trtîk(25) û Îbrahîm Angunê ku di nav erebeyê de bûn birîndar bûn.

Bi xeberdayîna şofêrên ku di rê de derbas dibûn ji cihê qezayê re ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin. Kesên birîndar jî bi ambûlansan hatin rakirin Nexweşxaneya Dewleta Misircê.

Hat hînbûn ku rewşa birîndaran ne giran e. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Bendawan de kontrolkerde awe dımeşîyena
Werin em bibin yek û xwe bi benê Xwedê ve girêbidin
Em bêyî şopandina Sunneta Pêxember nikarin bigihîjin tu derê
Ev yekîtî ji bo tevahiya cîhana Îslamê mînakek baş e
Divê demildest ji bo Netanyahu fermana girtinê were dayîn