Walîtiya Sêrtê ragihand di operasyonên ku ji teref Fermandariya Cendirmeyên Bajêr ve li dijî PKKê yên li navçeyên Erûh, Qurtelan û Berwarî hatine lidarxistin de 15 kes ji teref mehkemê ve hatine girtin.
Walîtî di daxuyaniyê de diyar kir ku bi binasiya alîkarîkirina PKKê 15 gumanbarên ku di nav wan de mihtarê gund û rêvebirên HDPê jî hene piştî muemeleyên wan ji teref mehkemê ve hatine girtin. (ÎLKHA)