Li Sêrtê operasyona PKKê: 6 kes hatin girtin

SÊRT - Li navçeyên Berwarî, Erûh, Baykan û Qurtelana Sêrtê li dijî PKKê operasyon hatin lidarxistin. Ji 20 kesên ku hatibûn binçavkirin 6ê wê hatin girtin.

Ji teref Fermandariya Cendirmeyên Bajêr ve li navçeyên Berwarî, Erûh, Baykan û Qurtelana Sêrtê li dijî PKKê operasyonên hemwextî hatin lidarxistin.

Di operasyonan de li hinek mal û kargehan lêgerîn hat kirin. Di encama lêgrînê de 20 kes hatin binçavkirin. Li navçeya Rûhê 6 kesên ku hatibûn binçavkirin sewqê dadgehê hatin kirin.

Hat ragihandin 6 kesên ku sewqê dadgehê hatibûn kirin bi binasiya “endambûna ji rêxistinê re û alîkarîkirina rêxistinê” hatine girtin. (ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

9 gule li camên dikanê ketin
Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin