Li Sêrtê qeza: 1 mirî, 4 birîndar

Li navend Sêrtê du wesayît serî li serî li hev qelibîn, di encama qezayê de kesek canê xwe ji dest da, 4 kes jî birîndar bûn.

Qeza, di seat 23.30yan de li ser rêya derdorê Taxa Kooperatîfê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin wesayîta bi plaqeya 34 EJ 1987 a di bin kontrola A.A. de û wesayîta bi plaqeya 06 S 5757 a di bin kontrola V.S. de bûn serî li serî li hev qelbîn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re ekîbên tenduristî, polês û îtfaîye hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyê.

Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de varişan biro paka Dicle Roje debi berz biyo
Tiştê ku derman ji jehrê cuda dike doza wî ye
ji bo çareserkirina pirsgirêkên Gundê Boşatê bangawazî
Bi eleqeyeke mezin berdewam dike
Li ser neteweperesta Fransî Le Pen şîroveyên "durû"