Li Sêwasê 3 hezar donim zeviya genim şewitî

Li navçeya Qenxal a Sêwasê di şewata ku li zeviyê derket de nêzî 3 hezar donim zeviya genim şewitî.

Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin li taxa Karataşê ya navçeyê ji ber sedemeke ku nayê zanîn di zeviya genim de şewat derket.

Destpêkê xwediyê zeviyan û şêniyên gund midaxaleyî şewata ku bi bandora bayê zêde bû, kirin.

Li ser xeberdayînê ji cîhê şewatê re ekîbên îtfaiye hatin sewqkirin. Gundiyan bi traktorên xwe piştgirî dan şewatê û ekîbên îtfaîyeyê jî mudaxeleyî şewatê kirin.

Şewat bi qasî saetekê hat kontrolkirin û hat vemirandin.

Sedema şewatê tê lêkolînkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de varişan biro paka Dicle Roje debi berz biyo
Tiştê ku derman ji jehrê cuda dike doza wî ye
ji bo çareserkirina pirsgirêkên Gundê Boşatê bangawazî
Bi eleqeyeke mezin berdewam dike
Li ser neteweperesta Fransî Le Pen şîroveyên "durû"