Li Sêwasê mînîbûs qelibî: 13 birîndar

Li navçeya Girîna Sêwasê mînîbûsek qelibî, di encama qezayê de 13 kes birîndar bûn.

Qeza, li ser rêya Qenxal-Girînê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin mînîbûseke bi plaqeya 34 ADD 138, ji ber ku şofêrê wê hakimîyeta dîreksîyonê winda kir ji rê derket û qelibî.

Di encama qezayê de li gorî diyarîyên ewil 13 kesan birîndar bûn. Mirovên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyê. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de varişan biro paka Dicle Roje debi berz biyo
Tiştê ku derman ji jehrê cuda dike doza wî ye
ji bo çareserkirina pirsgirêkên Gundê Boşatê bangawazî
Bi eleqeyeke mezin berdewam dike
Li ser neteweperesta Fransî Le Pen şîroveyên "durû"