Li Sêwasê qamyon û wesayît li hev qelibîn: 2 mirî, 3 birîndar

Li navçeya Şarqijeya Sêwasê qamyonek û wesayîtek li hev qelibîn, di encama qezayê de 2 kesan canê xwe ji dest dan, 3 kesan jî birîndar bûn.

Qeza, li ser rêya Sêwas-Qeyserîyê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, wesayîta di bin konktrola B.B. de, li qamyona ku navê şofêrê wê nehat hînbûn qelibî.

Di encama qezayê de li gorî diyarîyên ewil, şofêrê wesayîtê B.B. û mirovê ku di nav wesayîtê de bû canê xwe ji dest dan, 3 kesên dinê jî birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên polês, cenderme, îtfaîye, û tenduristîyê hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar bi ambûlansan ji Nexweşxaneya Dewlet a Şarqijeyê re hatin sewqkirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de varişan biro paka Dicle Roje debi berz biyo
Tiştê ku derman ji jehrê cuda dike doza wî ye
ji bo çareserkirina pirsgirêkên Gundê Boşatê bangawazî
Bi eleqeyeke mezin berdewam dike
Li ser neteweperesta Fransî Le Pen şîroveyên "durû"