Li Silopîya navçeya Şirnexê, di navbera du ‘eşîran de ji ber erazîyê niqaş derket û paşê pevçûn qewimî.
Li Mehela Yenîşehîrê danê êvarê, ji ber niqaşa erazîyê bi çekan pevçûn pêk hat. Di şer de kesek hat kuştin, 9 kes birîndar bûn.
10 kesên birîndar ewilî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Silopî. Pey midaxela ewil 7 birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Li wir digel hemî mudaxeleyan jî kesekî can da.
Polîs li ber nexweşxaneyê tedbîrên ewlehiyê girtin. Li ser hedîseyê lêpirsîn hat destpêkirin. Li navçeyê rageşî didome.