Li Silopiyê êrîşa bombeyî: 4 mirî 27 birîndar

ŞERNEX - Li navçeya Silopiya Şernexê di dema derbasbûna wesayîta bi zirx a polêsan de teqemeniya ku di rê de hatibû bicîkirin hat înfîlakirin.Di encama teqînê de 4 kes jiyana xwe ji dest dan û 27 kes jî birîndar bûn.

Li ser Kolana 10emîn a Taxa Yenîşehîra Silopiyê di dema derbasbûna wesayîta bi zirx a polêsan de teqemeniya ku di rê de hatibû bicîkirin hat înfîlakirin.Di encama teqînê de 4 kes jiyana xwe ji dest dan û 27 kes jî birîndar bûn.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin teqîn di derdora seat 19.30an de pêk hat.Piştî teqîna ku pêk hat gelek ambulans sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Li gor agahiyên ewil hatine wergirtin di teqînê de 4 siwîl jiyana xwe ji dest dan û 27 kes jî birîndar bûn.Hat hînbûn ji kesên ku birîndar bûne 5 kes polês in û ji siwîlan 3 kes jî rewşa wan pir xedar e.

(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Grûba xozan ke kewte merkezê ca bîyê vêniyaye
Îşkenceya li girtîgehên sîyonîstan eşkere kir
Dikandaran derxistin kolanan
5 hezar û 400 şitlê esrarê hatin bidestxistin
Alîkarê fermandarê cendermeyan û jina wî hatin girtin