Li Semsûr û Şirnexê du qeza qewimîn. Di qezayan de 14 kesan can dan, 15 kes jî birîndar bûn.
Li Semsûrê mînîbusa ku paleyên çandiniyê dibir, di 13 kîlometreya riya Semsûr û Golbaşiyê de, ji ber ku şofêr kontrola dîreksiyonê winda dike, gindirî şetê Çakalê. Ji paleyan hinek li devera hadîseyê hinek jî di riya nexweşxaneyê de, bi temamî 10 kesan can dan. 14 kes jî li nexweşxanan xistin bin tedawiyê.
Qeza din jî li Bêşebaba navçeya Şirnexê qewimî. Pîkaba ku ji eynî gundî rêwî dibirin, gindirî çemê Xabûrê. Di qezayê de 6 kesan can dan, yek jî birîndar bû. BANGAHEQ