Li Şirnexê 3 kes ketin bîra avê

3 kesên ku berî niha di madena bêrûxset a ku berî niha xebatên wan hatibûn qedexekirin de dixebitîn ji bo raçin amûrên xwe cardin çûn madenê, lê her 3 karker ketin bîra avê û jiyana xwe ji dest dan.

Hat ragihandin li Balverena Şirnexê 3 kesên ku berî niha di madena bêrûxset a ku berî niha xebatên wan hatibûn qedexekirin  û hatibû girtin de dixebitîn ji bo rajin amûrên xwe cardin çûn madenê, lê her 3 karker ketin bîra avê û jiyana xwe ji dest dan.

Hat diyarkirin ji kesên ku di bîra avê de jiyana xwe ji dest dane 2 kes bira ne. Navên wan jî wisa ne: Abdurrahman û Omer Tunç, Îdrîs Înal.

Piştî ku bi bûyerê hat hisîn re gelek ekîbên ambûlans, AFAD û cendirmeyan hatin sewqkirin cihê bûyerê. Di bîra ku kûrahîya wê 60 metroyê de xebetên lêgerînê berdewam dikin û ji Êlih û Wanê jî bo lêgerînê binavger hat telebkirin.(ÎLKHA)










 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin