Li Şirnexê eskerek û 4 polîs tevde 5 kes jiyana xwe ji dest dan

Hat ragihandin li navçeya Silopîya Şirnexê di encama êrîşa mayînî de 4 polîs, li Beytuşebabê jî di êrîşa çekdarî ya ku li helîkoptera eskerî hatiye kirin de jî eskerek jiyana xwe ji dest dan.

Ji teref Walîtîya Şirnexê di derbarê êrîşên ku li navçeyên Silopî û Beytuşebabê hatine kirin de daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîyê de hat ragihandin di êrîşên ku hatine kirin de 4 polîs û eskerek jiyana xwe ji dest dane.Di daxuyanîyê de hat ragihandin dema ku polîs derbas dibûn mayîna ku li rê hatibû raxistin hat teqandin. Di teqandina mayînê de 4 polîs jiyana xwe ji dest dan û polîsek jî birîndar bûn.

Di daxuyanîyê de her wiha hat ragihandin di êrîşa ku li Beytuşebabê li helîkopterê hatiye kirin de jî eskerek jiyana xwe ji dest daye.

Piştî êrîşan li heremê operasyonekî berfireh dest pê kir.(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Vera problemê bêkarîye vengdaîşê viraştiş u istixdamî
"Parastina mafên mirovan sûc nîne"
Li Dîyarbekirê 48 hezar û 579 esrara kenewîr hatin îmhakirin
Ew ê beşdarî Kongreya Bajarê Dîyarbekirê bibe
Banga civîneke çapemeniyê ya girseyî hat kirin