Li Şirnexê mayîn teqîya

Li ser rêya Şirnex û Qilabanê ji ber sedema teqîna mayînê esker û qoricîyek jiyana xwe ji dest dan û her wiha esker û qoricîyek jî birîndar bûn.

Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin li ser 10emîn kîlometreya rêya Şirnex û Qilabanê dema ku esker lêgerîna mayînan dikirin mayînek teqîya. Li gor agahîyan teqîn di wextên sibehê de pêk hatiye.

Di encama teqîna mayînê de esker û qoricîyek jiyana xwe ji dest dan û her wiha  esker û qoricîyek jî birîndar bûn. Kesên ku di teqînê de birîndar bûbûn rakirin Nexweşxaneya Eskerîyê  ya Şirnexê.

Piştî teqînê rê ji trafîkê re hate girtin û li heremê operasyon dest pêkirin.(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Vera problemê bêkarîye vengdaîşê viraştiş u istixdamî
"Parastina mafên mirovan sûc nîne"
Li Dîyarbekirê 48 hezar û 579 esrara kenewîr hatin îmhakirin
Ew ê beşdarî Kongreya Bajarê Dîyarbekirê bibe
Banga civîneke çapemeniyê ya girseyî hat kirin