Li Sîwerekê axur hilweşiya: 40 heywan telef bûn

RİHA - Li navçeya Sîwereka Rihayê ji ber barana ku zêde bariya axureke heywanan hilweşiya, di encama hilweşînê de 40 heywanên ku di axur de bûn telef bûn.

Bûyer li gundê Anasiya ku ji Sîwerekê 20 kîlometre dûr e pêk hat. Ji ber barana ku zêde bariya axura ku 100 heywan di nav de bû hilweşiya, di encama hilweşînê de 40 heywan telef bûn.

Çawa ku axur hilweşiya xeber ji cendirme û tîma îtfaiyê re hat dayîn. Piştî hatina wan û bi alîkariya kesên hawirdorê gelek heywanên ku di bin hilweşînê de man hat rizgarkirin; lê 40 heywanên ku qiymeta wan nêzî 30 hezar lîre bû telef bûn.

M. Elî Kurtboganê ku xwediyê heywanan bû di derbarê mijarê de wiha axivî: “ Di wextê nimêja şeveqê de deng hat û ez derketim derve, lê min dît ku axur hilweşiyaye. Min xeber da cendirme û cîranan. Dû re jî min hewil da heywanan xelas bikim. 40 heywanê min telef bû.” (ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

9 gule li camên dikanê ketin
Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin