Li Sîwerekê ji bo Helebiyan 2 TIR alîkarî hat berhevkirin

RİHA - Li navçeya Sîwereka Rihayê bi kampanyaya ‘Li ser navê biratiyê ji bo Helebiyan bibe bêhnek’ ji bo Helebiyan 2 TIR alîkarî hat berhevkirin.

Bi wasitaya Midûrtiyên Perwerdehiya Neteweyî mamoste, xwendevan û welî di nav xwe de ji bo Helebiyan di bihaya 65 hezar TLyê de alîkariya batanî û pêdiviyên din berhev kirin. Alîkariya ku hat berhevkirin ji bo bigihijînin Helebiyan şandin Rihayê.

Di derbarê alîkariya ku hatiye kirin de Midûrê Perwerdehiya Neteweyî ya Sîwerekê Nûrî Kapanoglu destnîşan kir ew ê ji vê drama li Helebê re bêdeng nemînin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Alîkariya ku me bi kampanyekê li mektebên xwe berhev kir em ê bişînin Helebê. Em dixwazin parîkek jî be bibin alîkarî. Ez ji hemû kesên ku kêda wan di vê alîkariyê de heye re teşekur dikim.”(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

9 gule li camên dikanê ketin
Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin