Li Sîwêrekê qeza: 3 mirî 8 birîndar

Li Sîwêreka Rihayê di encama qezaya ku pêk hat de 3 kes mirin û 8 kes jî birîndar bûn.

Li Rêbeja Sîwêrek-Amedê qezaya ku qewimî de 3 kes mirin û 8 kes jî birîndar bûn.

Gor agahiyên hatine bidestxistin wesayîta bi pleqa 25 FK 394ê ya ku ajovanê wê Ahmet Cemîl Delîbalta bû di derdora Taxa Buyuk Çavuşluyê de teqlê avêt û ket nav zeviyê.

Di qezayê de ajovan Ahmet Cemîl Delîbalta û Îzzet, Muhabbet, Meryem, Zehra, Mahmut, Kenan, Nurullah, Melîsa, Nazîme, Emîrhan Delîbalta birîndar bûn.

Kesên ku ji rêbejê derbas dibûn ekîbên tendirustiyê ji vê yekê xeberdar kirin. Dûvre birîndaran bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Swêrekê. Di gel hemî midaxaleyan ji birîndaran Meryem, Zehra û Emîrxanê 2 salî jiyana xwe ji dest dan.

Di derbarê bûyerê de tehqîqat hat destpê kirin. (ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar