Li Somalîyê bi bombeyan 3 êrîşên cuda hat kirin: 12 mirî

Li Somalîyê bi erebeyên bombe tijîkirî ve êrîş hat kirin, di encama êrîşan de 12 kes canê xwe ji dest dan.

Li herêma Hîrana Somalîyê 3 êrîşên ku navenda bireveberîya mehellî ji xwe re kiribû hedef hat kirin.

Hat diyarkirin ku di êrîşên ku bi erebeyên bombekirî hatibûn kirin de 12 kes canê xwe ji dest dan.

Di navbera kesên ku mirine de rayedarên paye bilind yên wek Zakarîye Hureya wezîrê tenruditîyê yê wîlayeta Hîrshabelle û Abdukadîr Maadeyê Alîkarê Walîyê ji Darayî ya herêma Hîranê ye jî hebûn. Hat qeydkirin ku êrîş bi erebeyên ku bombe tijîkirîbûn hate kirin.

Hat ragihandin ku Eş-Şeab xwedî li êrîşan derket. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Şirnexê xebat ji bo vekirina rêyên gundan ên ku ji ber berfê girtî bûn, berdewam dike
Ji 3 hezarî zêdetir dar hatin qutkirin
Nan û xwarina germ belav kir
3 wesayît bûn xwelî
Wê li giştîyê welat şilî tinebe