Li Somalîyê Êrîşa Emrîkayê

Li Somalîyê di 1991ê de serokdewletê alîgirê Amerîkayê hatibû xistin. Ji wê çaxê heta niha Somalî mehkûmî birçîbûn û pevçûnan hatiye kirin. Li welêt ji ber alozîya sîyasî û hişkahiyê zêdetirî milyonek însan muxtacê alîkariya ğidayê ya acîlê ne.

Li Somalîyê di sala 1991ê de, serokdewlet Muhemmed Sîad Barreyê alîgirê Amerîkayê hat xistin. Pey vê hedîseyê welat bi salan marûzî pevçûnan bû.

Somalî bi qerara Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ya di 3ê Kanûna Pêşîna 1992an de, ji aliyê hêzên aştîyê ya Neteweyên Yekbûyî ve hat îşğalkirin.

Ev 20 sal e ku li welêt birçîbûn û pevçûn hene. Ji ber hişkahî û alozîya siyasî, zêdetirî milyonek însan ji warên xwe bûne û milyonek însan jî li welatên hawêrdor bûne multecî. Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, li welêt 870 hezar kes ji bo jîyanê muxtacê alîkariya însanî ne.

Li gorî îstatîstîkên dawîn li welêt zêdetirî milyonek însan hewceyê alîkariya ğidayê ya acîlê ne.  

Amerîkaya musebbîbê evan alozî û hedîseyên li Somaliyê, li welêt careke din êrîş rast kir. Danê şevê civîna eş Şebabê kir hedef. Di êrîşê de lîderê hereketê Ahmed ‘Ebdî Godanî û hinek îdarevanên din hatin qetilkirin.

Di meha Kanûna Paşîn a vê salê de, ji kesên nêzî Godanî Ahmed Muhemmed Amî jî dîsa di êrîşa Amerîkayê de hatibû qetilkirin.

Eş Şebab li Somalîyê li hemû herêmên ku xistine bin kontrola xwe hukmên şerîetê pêk tîne û dixwaze vêya li welêt belav bike.

cinarinsesi.com

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar