Li Somalîyê li dijî el-Şebabê operasyon: 120 mirî

Artêşa Somalîyê diyar kir ku ew li dijî El-Şebabê operasyonek lidarxistin, di encama operasyonê de 120 endamên el-Şebabê kuştin.

Alîkarê Wezîrê Enformasyon ya Somalîyê Abdirahman Yusuf el-Adala, di daxuyanîya ku belav kir de îfade kir ku artêşa wan, li wîlayeta Galmudugê lidijî rêxistina el-Şebabê operasyonê lidarxistin.

El-Adala ragihand di encama operasyona ku du roj berdewam kir de herî kêm 120 endamên El-Şebabê kuştine.

Eş-Şebab di sala 2004an de li Somalîyê hat damezrandin. Rêxistin piranî li orte û başûrê welat fealîyetan dike û nêzê 10 hezarî endamên wê hene. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de varişan biro paka Dicle Roje debi berz biyo
Tiştê ku derman ji jehrê cuda dike doza wî ye
ji bo çareserkirina pirsgirêkên Gundê Boşatê bangawazî
Bi eleqeyeke mezin berdewam dike
Li ser neteweperesta Fransî Le Pen şîroveyên "durû"