Li Stenbolê di binaya tarîxî ya perwerdehiya tehsîla mîllî de, vê sibehê şewat derket. Agir di demeke kin de bi gelek qat û deverên bînayê ket. Bîna 5 qatîye. Tê îddîa kirin ku şewat ji ber kontaqta elektrîkê qewimî ye. Ji bo tefandina agir, gelek ekîbên îtfaiyê sewkî devera hadîseyê bûn. Tiştek bi kesî nehatiye. Bi xebata qederê saetekê, şewat hat tefandin. Lê bîna darîn, yekser şewitî.
Her wiha li Rûhayê li Ceylanpinarê, li çadirqempa Telhamût ya multeciyên Sûriye de jî, agir bi konekê ket. Di hadîseyê de 6 zarok birîndar bûn. Ji wan rewşa 5an hinekî dijwar e. Her 6 zarok jî di bin 10 salî re ne. Ehlê konan agir ferq kirin û bi îmkanên xwe, wan zarokan ji nav agir derxistin, rakirin nexweşxana Sahrayê. Ji wir jî 5 zarok rakirin Rûhayê. Hat gotin ku ekîbên îtfaiyê, agir vemirandine. Di heyama şewatê de, diya zarokan ne di kon de bûye. Li ser hadîseyê lêpirsîn dest pê kir.
Li aliyê din do li Mêrdîn li navçeya Mîdyadê, di xeta boriya petrolê ya Kerkûk û Yûmûrtalikê de, şewat derket. Hat diyar kirin ku, şewat ji ber niqutandina di boriya xetê de qewimiye. Hat gotin ku tu sabotaj ne qewimiye, ji ber şewatê şandina petrolê hatiye sekinandin. Li ser şewatê xebata tefandinê hatiye kirin.
Bangaheq