Li Stenbolê baran

Barana ku di wextên êvarî de li Stenbolê de dest pê kir di derdora wextên şeveqê de tesîra xwe zêde kir. Digel baran ku bariye bahoz jî dest pê kir.

Hat ragihandin barana ku di wextên êvarî de li Stenbolê de dest pê kir di derdora wextên şeveqê de tesîra xwe  zêde kir. Ji ber baranê gelek mal û rêjêr di bin avê de man û gelek wesayît jî di  avê de mahsûr man.

Li gor daxuyaniya ku ji teref Walîtiya Stenbolê ve ji ser twîtterê ve hatiye dayîn de hat gotin “Îro ji ber ku li bajêra me gelek zêde baran bariyaye, ji bo di warê veguhastinê de zehmetî û mişkîle dernekeve, bila tu kes heta ku mecbûr nemînin bi wesayîta xwe şexsî bila derneyên derve.”

Navenda Koordînasyon û Afetê (AKOM) jî di derheqê mijarê de wiha hişyarî da: “ Îro li Stenbolê dinya bi ewr û bi baran e. Haya xwe ji lehî û bahozê bikin! Digel baranê hewa hênik dibe.”

Di daxuyaniya ku ji teref meteorolojiyê ve doh hatibû dayîn de hişyariya baranê hatibû kirin.

ÎLKHA









İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mêrdîn de Karwanê Hêvî ra deyrê keyan rê desteka qirtasiye
Îsot û balîcanên ji bo zuhakirinê li ser dezgehan cihê xwe girtin
Li Sêrtê pirsgirêkên bajêr guhdarî kir
Li Pira Mala Badê qeza: 7 birîndar
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 3 roj in protestoya qutbûna ceryanê tê lidarxistin