Li Stenbolê Protesto

Platforma Qudsa Azad Li Ber Sefaretxanê Îsraîl Protesto Kir

Siyonîst Îsraîl dixwaze di 5ê Îlonê de di camiya Bîr es-Saba de, festîvala araqê li dar bixe. Ji ber vê yekê jî, li welatên muslumana tepkî bilind dibin.

Li Stenbolê platforma Qudsa Azad, li ber sefaretxana Îsraîl, bi qerebalixek mezin vê plana siyonîst protesto kir. Protesto do bi beşdariya gelek komel û saziyên sivîl pêk hat. Protestovan bi slogan û pankartan li ber sefaretxana Îsraîl civiyan. Protestovanan bi sloganên “Musluaman ranezê! Li camiyan xwedîtiyê bike. Qatil Îsraîl ji Filîstînê biteqiz.” tepkî nîşan dan.

Serekê platformê Mehmet Eşîn di xeberdana xwe de wiha got “Sebeb û amanca civîna me ya li vir, protestokirina festîvala Îsraîl e. Camî îbadetgehên muslumana ne, malên Xweda ne. Siyonîst Îsraîl guhnade muqaddesatên muslumana. Divê musluman li hev û li muqaddesatên Îslamê xwedî derkevin. Siyonîst Îsraîl ji ber ğemsariya muslumana, van kuştin û zulm û heqaretan rast dike. Lazim e musluman hişyar bin.”

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin