Li Stenbolê qezaya metrobusê: 14 birîndar

Li Stenbolê du metrobus li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 14 kes birîndar bûn.

Hat ragihadin li Bahçelîevlera Stenbolê du metrobus li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 2 jê giran tev de 14 kes birîndar bûn.

Qeza derdora seat 10.15an de li Semta Yenîbosnaya Stenbolê pêk hat. Li gor agahiyên ku hatine wergirtin di metrobus lu qawşaxa Çobançeşmeyê li hev qelibîn.

Piştî ku bi bûyerê hat hisîn gele ekîbên ambûlansê sewqî cihê qezayê hatin kirin. Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.

Walîtiya Stenbolê ragihand di qezayê de 2 jê giran tev de 14 kes birîndar bûne, lê Şaredariya Mezin a Stenbolê hejmara birîndaran wek 19 kesan ragihand.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin