Li Stenbolê teyrok barî, firtone rabû, birûsk ket

Li Stenbolê di wextên êvarî de ji nişka teyrok bariye û firtone rabû. Di encama barîna teyroka ku libên wê bi qasî gûzîkê bûn û ji ber tofana ku rabû li Stenbolê jiyan rawestiye.

Doh Midûrtiya Giştî ya Meteorolojiyê ji bo barîna barana zêde û firtonê hişyarî dabû ku doh di danê êvarî de ji nişka ve firtone rabû, teyrok bariye û birûsk ketin.

Ji ber bahoz  û firtonê dar qûlibîn û avahî û kargehên li bajrê zirareke mezin dîtin.

Ji ber barîna teyrok û rabûna bahoz û firtonê seferên marmareyê û seferên ferîbotan hatin betalkirin û berê çend balafirên ku diviyabûn xwe li Stenbolê deynin hat dayîn li balafirgehên bajarên nêz.

Ji ber barînê dîwar hilweşiya

Li Kurtuluşa Şîşliyê dîwara goristanekê ji ber barîna tund hilweşiya. Hat diyarkirin  hinek welatî din bin wê dîwara ku hilweşiyaye de mane û birîndar bûne.(ÎLKHA)










































 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe