Li gor xeberan hat diyar kirin ku li Sûdana başûr, di navbera esker û mîlîtanên çekdar de şer qewimiye. Di pevçûnan de 24 esker hatin kuştin.
Berdevkê ordiya Sûdana Başûr albay Fîlîp Aguer diyar kir ku di 22ê Tebaxê de jî, êrîş li 200 eskerî buye. Di pevçûnan de 12 esker birîndar bûne û 17 esker jî winda ne. Albay Aguer îfade kir ku hereketa ku lîderê wê Yau Yau ye, ji teref hikûmeta Sûdanê ve tê destek kirin. Şer di navbera esker û mensûbên vê hereketê de qewimiye.
Teşkîlata şopandina heqên însana, hêzên emniyetê tenkîd kir ku li eyaleta Yongleyê ya ku programa bêsîlehbûnê lê tê kirin, hêzên emniyetê şîddeta zêde bikar tînin. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)