Li Sudanê di navbera ‘eşîretan de pevçûn: 12 mirî

Li wîlayeta Darfura Başûr ya Sudanê di navbera ‘eşîretan de pevçûn pêk hat, di encama pevçûnê de 12 kes canê xwe ji dest dan, 42 kes jî birîndar bûn.

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Koordînatortîya Giştî ya Penaberan û Miltecîyan a li herêma Darfurê ve hat belavkirin, ji ber pevçûnên ku di navbera ‘eşîretan de pêk hatin 12 gund hatin şewitandin.

Di bûyeran de 12 kes canê xwe ji dest dan, 42 kesên ku di nav wan de zarok, pîrek û îxtîyar jî hene birîndar bûn.

Bi sedan malbat jî, mecbûr man ku ji herêma Darfurê koçê herêmên dinê bikin.

Walîtîya Darfura Başûr, li herêma Belîla ku bûyeran pêk hatin rewşa acîl û qedexekirina derketina derve îlan kir. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Werin em bibin yek û xwe bi benê Xwedê ve girêbidin
Em bêyî şopandina Sunneta Pêxember nikarin bigihîjin tu derê
Ev yekîtî ji bo tevahiya cîhana Îslamê mînakek baş e
Divê demildest ji bo Netanyahu fermana girtinê were dayîn
Li Entalyayê di mezinahîya 4,7an de erdhejek pêk hat