Li Sûdanê ji ber lehîyê 43 kes canê xwe ji dest dan

Hat ragihandin li gelek herêmên Sûdanê ji ber barana zêde lehî rabû û gelek mal û wargeh di bin avê de man.

Derbarê mijarê de ji teref rayedarên Konseya Parastina Sîwîl a Neteweyî ya Sûdanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, ji ber lehîya ku rabû 43 kes canê xwe ji dest dan û 2 hezar û 838 mal xera bûn.

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin, ji ber lehîyê 8 hezar û 621 mal zirar dîtin û li herêma lehîyê xebat berdewam dikin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de varişan biro paka Dicle Roje debi berz biyo
Tiştê ku derman ji jehrê cuda dike doza wî ye
ji bo çareserkirina pirsgirêkên Gundê Boşatê bangawazî
Bi eleqeyeke mezin berdewam dike
Li ser neteweperesta Fransî Le Pen şîroveyên "durû"