Li Sûrê 5 esker jiyana xwe ji dest dan

Li navçeya Sûra Diyarbekira ku hêj lê qedexeya derketina derve û pevçûn berdewam dikin di operasyonên ku berdewam dikin de 3 esker û 2 polês giran birîndar bûn.

Ji teref Sererkantiya Giştî ve  hat ragihandin li Sûra navçeya Diyarbekirê di operasyonên ku berdewam dikin de 5 esker jiyana xwe ji dest dan.

Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin di êrîşa çekdarî ya PKKyiyan de 3 jê esker 2 jê polês tevde 5 kes giran birîndar bûne û 2 eskerên ku giran birîndar bûbûn digel temamê mudaxeleyan di derdora seat 09.00an de jiyana xwe ji dest dan.

Hat hînbûn temamê eskerên ku li Nexweşxaneya Eskeriyê ya Dewletê tedawî didîtin digel temamên mudaxeleyan  jiyana xwe ji dest dan.

Her wiha hat hînbûn di operasyoneke din de jî 2 eskerên din jî jiyana xwe ji dest dan.Bi vî awayî di encama operasyonên ku li Sûrê hatin kirin de îro tevde 5 esker jiyana xwe ji dest dan.(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar