Li Sûrê qedexe rabû lê esnaf dikanên xwe venekirin

Li Kolana Gazîya Sûra navçeya Amedê qedexe îro hat rakirin.Çawa ku xelk bihîst qedexe hatîye rakirin berê xwe da navçê. Xelkê navçê piştî ku ji noqtayên kontrole derbas dibin dikarin derbasî navçê bibin.Xellk û esnaf tiştek ji rakirina qedexê fêm nekir.

Li navçê 2yê kanûnê li taxên Cevatpaşa, Fatîhpaşa, Dabanoglu,Hasirli,Cemal Yilmaz û Savaşê  û Li Kolana Gazîyê derketina derve hatibû qedexekirin.Her wiha 3ê kanûnê jî Qada Şêx Seîd jî tevlî qedexê bûbû.Qedexeya derketina derve ya li Kolana Gazîyê ya ku ji 11ê kanûnê vir ve hatibû îlankirin îro di seat 07.00an de hat rakirin.

Li navçeya ku ev bû nêzî mehekî qedexe lê berdewam dike pevçûn hêj berdewam dikin û av û ceyran qut dibin.Li navçê perwerdehî nayê dayîn û jiyan gihaştîye asta sekinînê.

Li temamên sikak û kolanên Sûrê çeper hatine înşakirin.Navçe ketîye rewşeke wiha ku xelk ji tirsa nikare derkeve derve û pisîkên navçê jî ji birçîna dimirin.

Her çiqas qedexeya derketina derve li Kolana Gazîyê hatibe rakirin jî dikandar dîsa dikanên xwe venekirin.

Xelkê navçê yên ku dikarin derbasî navçê bibin  hewl didin naskirî û malên xwe bibînin.(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar