Li Sûriyê 189 kes hatin kuşitin

Di nava kesên hatine kuştin de 50 girtî hene

Hewlêr (Rûdaw) - Komîteyên hevrêzên navxwe yên opozîsiyona Sûriyê eşkere kir ku duh 189 kes ji aliyê hêzên artêşa rejîmê ve hatine kuşitin.
 
Li gor çavkaniyê, di nava kesên hatine kuştin de 50 girtî hebûn û di zîndana navendî ya Helebê de hatin kuşitin. Li Şam û navçeyên derdora wê 60 kes hatin kuştin, ji wan 19 kes li navçeya Qetena di bin îşkenceyê de jiyana xwe ji dest dan.
 
Komîteyên hevrêzan diyar kir ku balafirên şer ên artêşa rejîmê 386 navçe bombebaran kirin. Herwiha 99 navçe rastî êrişên bi roketan hatin.
 
Komîteyên hevrêzên navxwe ragihand ku di 127 navçeyan de, şer û pevçûn di navbera şervanên Artêşa Azad û hêzên rejîmê de derket.
 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin