Li Sûriyê qetlîam û hilweşandin didomin. Teyarên herbê yên rejîma Esed dîsa bi ser Telbîseya li bakurê Xûmûsê de bombe barandin. Di hedîseyê de herî hindik 48 kes hatin kuştin. Gelek kes birîndar bûn ku di nav wan de jin û zarok jî rewşa gelekan giran e.
Li Xûmûsê grûba ji yên herî xurt ên muxalîf Tûğaya Îman Bîllah e. Hat gotin ku di vê êrîşê de qomandarê vê grûbê Ebû Xatem Duheyk û birayê wî yê qomandarê Tûğaya Ensaru Heq jî can dane.
Li aliyê din hat gotin ku do di êrîş û bomberandinên ordiyê yên li cûrbecûr deveran de, herî hindik 100 kes hatine kuştin. Ji wan 14 kes zarok û 8 kes jî jin in.
Li Sûriyê ev serê 3 salan e ku di herba navxweyî de li gorî tesbîtên Neteweyên Yekbûyî zêdetirî 190 hezar însan hatine kuştin.