Li Sûriyê Herba Navxweyî

Komîserîya heqên însanan a neteweyên yekbûyî beyan kır ku dı şerê ku zêdetırî 3 sal ın lı sûrîye dıqewımın de, 191 hezar kes hatıne qetılkırın.

Komîserîya Heqên Însanan a Neteweyên Yekbûyî ragihand ku di pevçûnên li Sûrîyê de, zêdetirî 191 hezar kesî can dane.

Di beyana nivîskî a komîserîyê de hat îfadekirin ku di heqê mirî û kuştiyên navbêna Adara 2011an û Nîsana 2014an de xebat hatine kirin. Li gorî Neteweyên Yekbûyî di vê demê de 191 hezar û 369 kesan can dane.

Xebata Neteweyên Yekbûyî ji 318 hezar û 910 raporan pêk tê ku di wan de navê kesên kuştî, dema ku hatine kuştin û cîyê ku lê hatine kuştin dihewîne.

Hat îfadekirin herêma ku herî zêde kuştin lê pêk hatiye Şam û banliyoyên wê ne ku 39 hezar û 393 kes lê hatîne kuştin. Di pey re Heleb bi 31 hezar û 392an, Hûmus bi 28 hezar û 186an, Îdlîb bi 20 hezar û 40î, Dêra bi 18 hezar û 539an û Hama jî bi 14 hezar û 690 kesên kuştî tên rêzkirin.

Komîsera bilind a heqên însanan a Neteweyên Yekbûyî Navî Pîllayê beyan kir ku li gor xebatên sala borî, hejmara kesên candayî ya îsal du qatî ya sala borî bûye.

Pîllayê weha beyan kir: “Ez ğemgîn im ku eleqeya navneteweyî ya ji bo pevçûnên li sûrîyê û tesîra wan a li ser bi milyonan kesan hindik e.”

Li alîyê din sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Kî Mûn beyan kir ku êrîşa kîmyewî ya ku salek berê li Gûtaya Şamê hatibû rastkirin, ûjdanê dinyayê şoq kiriye.

Çınarın Sesi

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar