Li Sûriye Pevçûn û Kuştin Berdewam e

Li Sûriye şer û kuştin berdewam in. Hêzên ordiya Esed, bi sîlehên giran êrîşî bajarên ku, muxalîf li wan zêdene dikin.

Li Sûriye şer û kuştin berdewam in. Hêzên ordiya Esed, bi sîlehên giran êrîşî bajarên ku, muxalîf li wan zêdene dikin. Di hadîseyan de, gelek kes hatine kuştin û birîndar kirin.

Teyarên Esed, li herêma Şamê Dûma, Deya, Kadîm, Tadamûn, Hacer Eswed û Dûğû bombardiman kir. Her wiha li Îdlîb, Heleb, Dera, Xûmûs, Deyre Zor, Hama û Raqqayê jî pêvçûn diqewimin. Hat îddîa kirin ku, firogehên eskeriyê yên Menîx û Taftanazê, ji teref muxalîfan ve hatine dorpêç kirin, û gelek deverê wan ketine bin kontrola mûxalîfan. Li Raqqayê jî, ji ber ku bîrên petrolê ketine destê mûxalîfan, bajar ji teref teyarên herbê yên ordiyê ve, tê bombebarandin.

Mûxalîfan îddîa kir ku teyarên herbê, li herêma Cobara Xûmûsê, bombên fosforê barandine. Ji ber emniyeta canê millet, bajar hatiye valakirin. Ajansa xeberan ya dewletê jî îddîa kir ku, di pevçûnan de gelek kesên çekdar hatine kuştin û girtin

Bangaheq

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin