Li Sûriyê Qetlîam Didome

Rejîma Sûriyê qetilkirina xelkê xwe didomîne. Teyarên herbê yên ordîyê li Dûmaya Şamê bi ser herêma di bin kontrola muxalîfan de bombe barandin. Di êrîşê de zêdetirî 50 kes hatin kuştin.

Li Sûriyê rejîma Esed kuştina sivîlan didomîne. Teyarên herbê yên ordiyê li Dûmaya Şamê bi ser herêma di bin kontrola muxalîfan de bombe barandin.

Di êrîşê de zêdetirî 50 kes hatin kuştin. Di nav qurbanan de jin û zarok jî hene. Di êrîşê de nêzî 200 kes jî birîndar bûn ku rewşa hinekan giran e.

Di êrîşê de nêzî 10 avahî hilweşiyan û di hinek bînayan de şewat derket.

Li Sûriyê ev serê 3 salan e ku şer didome û heta niha zêdetirî 191 hezar kes di van pevçûnan de hatine kuştin.

Komîsyona Heqên Însanan ya Neteweyên Yekbûyî da zanîn ku ev hejmar, di binê hejmara heqîqî ya ku qeyda wê nehatiye kirin de ye.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar