Teyarên herbê yên ordiya rejîma Sûriyê, bi ser Deîla navçeya Deraayê de bombeyên warîlê barandin. Di êrîşê de 5 zarok hatin qetilkirin, bi dehan kes jî birîndar bûn. 4 zarokên kuştî ji eynî malbatê ne.
Hat îfadekirin ku di bin enkazên avahiyan de hê cesed hene, ji ber ku makîneyên kar û ekîpman têra xwe tune ne, derxistina cesedan zor û zehmet e.
Hat gotin ku gundê Şerqîyyeyê yê bi ser Deraayê ve jî, bûye hedefa bombeyên warîlê. Di êrîşê de tiştek bi tu kesî nehat.
Li aliyê din hat beyankirin ku ji Adara 2011an û heta Tebaxa 2013an, 11 hezar û 420 zarokên 17 salî û di binî re hatine qetilkirin.
Çınarın Sesi