Lı Sûrıye Şer

Li Sûriye di navbera hêzên ordiya Esed û muxalîfan de şer bê sekin dewam dike

 Lı Sûrıye Şer
Dı Operasyonan De Hejmara Kuştıyan Gıha 136 An.

Li Sûriye di navbera hêzên ordiya Esed û muxalîfan de şer bê sekin dewam dike. Li gor teşkîlata şopandina heqên însana, ordiya Esed bi sîlehên giran êrîşî derûdorê bajarê Şam û Helebê dike. Di operasyonan de zêdetirî 136 kes hatin kuştin.

Li Şamê helîkopterên Esed êrîşî hawêrdor kir. Di hadîseyan de 54 kes hatin kuştin. Bi dehan kes jî birîndar bûn.

Li aliyê din konseya giştî ya şoreşa Sûriye îfade kir ku teyarên herbê li Şamê li beldeyên Qadem, Aselî, Hacer Eswed, Dûma û Mûdamiyetê her wiha li Helebê jî li Merce, Mesekîn Hanûn, Fîrdews û Şearê bombên warîlê avêtine. Ji ber van bombeyan bi dehan mal û xanî hilweşiyane. Li bajarê Raqqayê jî şer giran dibe. Li seranser welêt di hadîseyan de zêdetirî 136 kes hatin kuştin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbakır de domano 3 serre yo ke vindi bibi, tarlayê de ame vênayene
Tiliya zarokekî qut bû
Li Dîyarbekirê zarokek 3 salî winda bû
3 kes mir, 5 kes jî birîndar bûn
Rêya Dêrsim-Pulurê ew ê ji bo 2-3 rojan ji trafîkê re girtî be