Li Sûriye Şer Berdewam E, Esed Û Muxalîfan Hêsîran Pev Guhertin

Li Sûriye şer dewam dike. Şer û zivistan rewşa xelkê şerpeze dike. Di hadîseyan de zêdetirî 100 kes hatin kuştin.

Li Sûriye şer dewam dike. Şer û zivistan rewşa xelkê şerpeze dike. Di hadîseyan de zêdetirî 100 kes hatin kuştin. Programa Ğidayê ya Teşkîlata dewletên Yekbûyî beyan kir ku mîlyonek însanên Sûriye, xwarin û ğidaya hewce nabînin. Divê li van kesan alîkariya ğidayê bê kirin.

Teşkîlatê da zanîn ku, ji ber mesela ewlehiyê nikarin lîmana Tartûsê ji bo alîkariyê bikar bînin. Her wiha ji ber problema ewlehiyê, hinek personelên teşkîlatê yên li Xumûs, Heleb, Tartûs û Qamişloyê hatine vekişandin.

Li aliyê din hat beyan kirin ku, îdara Esed û mûxalîfan, hêsîran pev guhertine. Wekî tê zanîn Tirkiye û Qatar, navbervantiyê dikirin. Îdara Esed di bedêla 48 hêsîrên Îranî yên di destê muxalîfan de, berdana 2 hezar û 130 sivîlan qebûl kir. Me’mela tehliyê, vê sibehê dest pê kir. 48 Îranî di meha Tebaxa borî de, li Şamê ji teref mûxalîfan ve hatibûn revandin.

Serekê İHHyê Bulend Yildirim da zanîn ku, wê muxalîf 48 hêsîrên Îranî berdin. Di bedêla wan de jî, îdara Esed ji wan 73 jin û di nav wan de hinek welatiyên Tirkiyê jî hene, bi temamî 2 hezar û 130 sivîlan berdide. Bulend Yildirim diyar kir ku, pevguhertîna hêsîran, zafera dîplomasiya însanî ye.

Bangaheq

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar