Li Sûriye şerê di navbera hezên Esed û mixalifan de dewam dike. Li Helebê şer dijwartir dibe. Li Helebê teyarên ordiya Sûriye, bombe barand ser beldeya El Babê. Di êrîşê de, 18 kes hatin kuştin. Ji wan 8 heb jin û zarok in. Serokê şopandina Heqên Însana ya Suriyê Ramî Ebdurrehman wiha got “Bîna ku welatî tê de dihatin stirandin, hat bombe kirin.”
Çîn jî der heqê Sûriye de hîşyarî da Tirkiyê. Çînê got, herêma tampon ya ku li sînorê Tirkiyê bê avakirin, wê zirarê bide aşîtiya herêmê.
Li aliyê din li Şamê li nêzî qempa Filîstîniyan bi wesaîteke bombekirî êrîş hat kirin. Di êrîşê de bi kêmanî 15 kes hatin kuştin. Li mehellê gelek bîna xisar dîtin. Eşkere nebû ku êrîş li Filîstîniyan buye an na. Îdara Sûriye, diyar kir ku êrîş ji teref muxalîfan ve hatiye kirin.