Li Sûriyê şer û kuştin dewam dike. Rejîma Esed qetilkirinên xwe didomîne.
Li cûrbecûr bajaran di êrîşên dawîn ên rejîmê de, 75 kes hatin kuştin. Teyarên ordiya Esed bi ser herêma Helebê ya di bin kontrola muxalîfan de bombeyên warîlê barandin. Rejîmê bi sîlehên giran êrîşî herêma Cobarê ya li rojhilatê Şamê kir.
Li aliyê din grûbên çekdar ên muxalîfên rejîmê, 43 leşkerên Neteweyên Yekbûyî yên li herêma Kunaytiraya li girêkên Golanê, di mîsyona çavdêriya agirbestê de wezîfedar bûn revandin. Yekîneke din ya ku ji 81 eskerên Fîlîpînê pêk dihat jî li herêmê mehsûr ma.
Ban Kî Mûn revandina eskeran şedîd şermezar kir û got ku bila derhal leşkerên desteserkirî bên berdan.
Eskerên hêza aşîtiyê ya Neteweyên Yekbûyî, berî niha di Adar û Gulana sala 2013an de jî hatibûn desteserkirin û paşê bi awayî ewle serbest hatibûn berdan.
Çınarın Sesi