Kanala dewleta Sûriyê îddîa kir ku, bajaroka Kusayra Hûmûsê ketiye destê hêzên Esed. Mixalîfan jî beyan kirin ku, rejîma Esed li ser sivîlan bomba dibarîne.
Li Kusayrê di navbera hêzên Esed û mixalîfan de şerên giran diqewimin. Mixalîfan beyan kir ku, ji do vir ve hêzên Esed êrîşên bejahî û hewayî li ser Kusayr û xelkê Kûsayrê rast dikin. Ji ber bombardimanan bi sedan kes birîndar bûne. Mixalîfan îddîa kirin ku, merkeza bajarokê hê di destê wan de ye.
Li aliyê din saziya sihhetê ya dinyayê, ji bo Sûriyê û welatên cîranê Sûriyê rîska şewba nexweşiyan diyar kir. Saziyê beyan kir ku, ev serê 27 mehan e ku şer didome, ji ber şer sîstema sihhetê ya welêt birêkûpêk naxebite. Xisûsen belavbûna nexweşiyên Hepatît, Tîfo, Dîzanterî û Kolerayê pir mimkun e. Her wiha hat gotin ku ‘emel û hepatîta Ayê, du qat zêdetir bûne. Ji ber ku kampanyaya parza nayên kirin, şewba sorik jî dest pê kiriye. Saziyê îqaz kir ku, dibe di nav multeciyên di qempan de jî van nexweşî dest pê bikin. BANGAHEQ