Rewşa Multeciyên Sûrîye gelek xirab e.
Bi hatina zivistanê serma û birçîbûn destpê kir. Li herêmê digel serma û birçîbûnê krîza îlacan jî xwe nîşan dide. Heger ev rewş wisa bidome di nêz de dibe ku rewşeke xeter derkeve holê.
Pey ku teyarên Esed bajaran bombebaran kirin, xelqê Sûrîye ji mecbûrî war û welat, gund û malên xwe terk kirin.
Li nav Sûrîye heya niha nêzîkê 3ê milyon însanî malên xwe terk kirine. Heyata tîcarî li Sûrîye hat ber sekinandinê. Zire’et û xwedî kirina heywanan gelek zerer kir.
Bi sedemê vê rewşê li Sûrîye nêzîkê 10 milyon însanî bi ğelayê re hate rû bi rû
Bi sedem hatina zivistanê zarok û ixtiyar gelek ji sermayan tesîr digrin.
Ji ber pirsgirêka benzîn û mazotê xelq nikare xwe germ bike.
Li Tirkiyê ji sê meha vir ve ye 12 hezar însan di çadiran de di rewşeke zor de jiyana xwe didomînin. www.bangaheq.net